Feysel Yûsif: Divê doza Kurd di Sûriyeke nenevendî de bê çareserkirin

.

Berdevkê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê Feysel Yûsif li ser medya civakî derbarê doza Kurd li Sûriyê û çareseriya giştî li welêt de peyamek belav kir.

Feysel Yûsif li ser rûpela xwe ya facebookê ragihand, Hevpariya niştîmanî bijardeyeke neguher e li ba Kurdan, her kesek bixwaze çareseriyeke rasteqîne ji krîzên welêt re bibîne, divê çareseriyeke dadperwerane ji doza Kurdî di çarçoveya Sûriyake nenevendî bo hemû welatiyên wê bibîne.

Berdevkê ENKSê da zanîn, “Gelê Kurd li Sûriyê, ne bar û zêdebûnek e di hevkêşa niştîmanî de û ne tenê pêkhateyeke sereke ji Sûriyê ye lê belê bingeheke stratejîke di avakirina Sûriyeya pireng û pirolî de.”

Yûsif wiha pê de çû:”Jji dehan salan ve, ji beriya destpêkirina şoreşa Sûriyê û piştî wê, gelê Kurd her dem tekezî li ser hevpariya ektîf di nexşandina pêşeroja Sûriyê de kiriye û nexwestiye tenê di cihê hebûna xwe de weke şovenî dixwazin, bimîne û eger kesek bi vê bijaredeyê guman dike, divê li helwesta Kurdan di hemû qonaxan de vegere ya herî dawiyê konferansa yekrêzî û yekhelwestî Kurdî bû, tê de tekez kir ku doza gelê Kurd dozeke niştîmanî Sûrî demokratîk e û banga diyalogê li gel hikûmeta niha li Şamê kiriye.”

Kurdistan Haberleri

Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye