Festîvala navnetewî ya şanoya ser şeqam li bajarê Merîwanê de bi rê ve ço

.

Li bajarê Merîwanê de festîvala navnetewî ya şanoya ser şeqam bi beşdariya zêdetir ji 10 parêzgehan bi rê ve ço û beşdarbûyan bi hev re sirûda “Xuwaye weten awa key” strandin û festîval dest pêkirin.

Roja Şemî 21ê Rezberê, bi beşdariya zêdetir ji 10 parêzgehên Kurdistan û Îranê, festîvala navnetewî ya şanoya ser şeqam bi sirûda ““Xuwaye weten awa key” li bajarê Merîwanê de dest pêkir û li birîveçona vê festîvalê de çendîn starnên resen ên Kurdistanê ji aliyê beşdarbûyan ve hatine starndin.

Herwisa beşdarbûyan bi kincên xwecihî yên rengareng ên Kurdî ew festîvale xemilandibûn.

Li vê festîvalê de zarokan bi lixwekirina kincên Kurdî û herwisa starndina sirûd û stranên resen ên Kurdî, ew festîvale bi rê ve birin.

Festîvala navnetewî ya şanoya ser şeqam bala xelkê bajarê Bokanê jî bo aliyê xwe rakêşandibû û bo dîtina vê festîvalî li wir kom bibûn.

Ew festîvala her salê bi rê ve diçe û pitira parêzgehên Kurdistanê li vê şanoya ser şeqam de beşdar dibin.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê