Festîvala Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê destpê dike

.

 Festîvala Fîlmên Kurd a Amsterdamê (AKFF) 13ê Gulanê destpê dike û heta 15ê Gulanê berdewam dike û biryar çend fîlmên kurdî yên xelatgirtî jî bêne pêşandan.

Rêveberê Festîvala Fîlmên Kurd a Amsterdamê Rêber Doskî ji Rûdawê re ragihand ku festival di 13-15ê Gulanê de wê were lidarxistin.

Derhênerê Kurd Rêber Doskî da zanîn ku festîval li bajarê Amsterdam li Sînema Krtelhaus bi fîlma “Cîran” Derhênerê sînameyî yê ji Rojavayê Kurdistanê Mano Xelîl dest pê bike. 

Rêber Doskî diyar kir ku ew ji Kurdên ku li Holanda dimînin dixwazin ku di festîvalê de beşdar bibin û got: “Em dixwazin bi rêya fîlman pireke navbera çanda Holanda û Kurdî de ava bikin.”

Di festîvala îsal de fîlmên metraj dirêj, kurtêfîl, belgefîlm û anîmasyon bên peşandan.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin