“Festîvala çîrokên zimanên di bin xetereyê de ne” wê pêk bê

.

Di festîvalê de wê çîrok bi 14 zimanan bên xwendin û pêşangehek vebe. Her weha wê panelek û konser jî li dar bikevin.

“Festîvala çîrokên zimanên di bin xetereyê de ne” wê li Stenbolê dest pê bike. Festîval yek ji projeya Tevna Civaka Sivîl a Laz-Çerkezan e û bi piştgiriya darayî ya Yekîtiya Ewropayê wê li dar bikeve.

Bernameyên Festîvalê wê di 4 û 5ê Hezîrana 2022yê de li Navenda Hunerê ya Yeldegirmeniyê ya Şaredariya Kadikoyê bi rê ve biçe.

Berpirsê Giştî yê festîvala ku wê cara yekem li cîhanê pêk bê, Îsmaîl Avci Bucaklişî ye û derhênera wê ya hünere jî Tûrna Sumeyye Anil e.

Wê çîrokan bibêjin û konser li dar bikeve

Di Festîvalê de wê çîrok ji wan 14 zimanan bên xwendin ku li gorî UNESCOyê, di bin xetereyê de ne û dibe di nava demê de tune bibin. Ew ziman ev in: Lazî, çerkezî, pomakî, zazakî, ermenkiya rojava, suryoyo, gurcukî, abhazayî/abazayî, rumiya Behra Reş (romeika), romanes, surayt, gagaûzî, hemşînî, judeo Espanyol(ladîno).

Her weha bi navê “pêşangeha zimanên dayikê” wê vebe. Di panelekê de wê Kemal Kahraman berhevkar û muzîkjenê muzîka Elewî-Dêrsimê Kemal Kahraman behsa “Çîroka Şahmaranê”, Hidir Eren behsa “Çîrokên Zazayan”, Hîkmet Akçîçek “behsa “Çîrokên Hemşînan”, Îsmaîl Avci Bûcaklişî jî wê behsa “Çîrokên Lazan” bike. Peradî Ensemble jî wê ji van zimanan stranan bistirê.

Ji bo bernameya festîvalê û zanyariyên zêdetir, bitikîne

Bîanet

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle