Festîvala Berhemên Herêmî li Silêmaniyê tê lidarxistin

.

Festîvala Berhemên Herêmî li Parka Azadî ya Silêmaniyê ji bo bazarkirin û danasîna hunerên destî û berhemên herêmî tê lidarxistin.

Di festîvala hefteyekê ya li Silêmaniyê de wê derfet bê dayîn ku kêmendaman berhemên xwe yên destan nîşan bidin.

Her çend xanim Şîlan kêmbîna dîtbarî bû jî dest jê berneda û dest û tiliyên wê bûn çavên wê. Xanim Şîlan a ku bi berhemên destan ên ku amade kirine beşdarî festîvalê bû, di wê baweriyê de ye ku çalakiyên bi vî rengî ji bo eşkerekirina jêhatîbûna ciwanan û girîngîdana zêdetir ji wan re girîng in.

Xanim Şîlan amaje bi wê yekê jî kir ku, ev festîval derfeteke başe ji bo nîşandana jêhatiya xwe û firotina berhemên xwe.

Festîvala ku zêdeyî 80 kes beşdar bibin wê hefteyekê bidome.

Çira Tahir ku berpirsyara mîhrîcanê ye jî got, "Me berê jî mihrîcanên bi vî rengî li dar xistibûn. Armanca me ew e ku em berhemên mirovên jêhatî bazar û bifroşin û ji bo jinên ku li malê xwarinê çêdikin jî derfetên kar biafirînin."

Her sal çalakiyên wiha li Silêmaniyê tên lidarxistin da ku ciwan karînên xwe bibînin û berhem û xebatên wan bibin çavkaniya debarê.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin