Fesle Yûsif careke din bû sekretera PYDKê

.

 Partiya Yekitiya Demokrat a Kurdistanî (PYDK) 10emîn kongreya xwe li Amûdê saz kir, di kongreyê de tenê Fesla Yûsif xwe ji bo posta sekretera partiyê berbijêr kir û careke din ji bo sekretera partiyê hat hilbijartin.

PYDK di daxuyaniyekê de diyar kir ku di navbera 5-6 Gulanê 2022an de li gundewarê Amûdê dehemîn konferansa partiyêhat lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di kongreyê de nûnerên partiya wan li derve bi rêya online amade bûne û kongre bi navê “Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî wê bimînin deverên Kurdistanî” birêve çûye.

Di kongreyê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku divê mafê gelê Kurd di destûra nû ya Sûriyê de bê parastin.

Di daxwiyaniyê de herwiha hat gotin Îtîlafa Opozisyona Sûriyê ji pabendibûn bi belgeya ku di sala 2013an de li gel ENKSê îmze kiriye û biryarên Riyad du derbarê doza Kurdî de direve û daxwaz jê kir ku pabendî sozên xwe bibe û rêkeftina derbarê vegera koçberan ji bo Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê bicîh bike.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî
Îraq: Hinardeya petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare bigihîje 500 hezar bermîlan
Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Divê hikûmeta nû xizmeta hemû pêkhateyan bike
Amedspor derbasî Lîga Super bû