Fermanderekî grûpên çekdar dest daniye ser benzînxaneya Kurdekî Êzdî

.

Fermandarekî grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê, ji 4 salan ve, dest daniye ser benzînxane û vîlaya welatiyekî Kurdê Êzdî li bajarê Efrînê.

Fermandarekî çekdarên opozisyona Sûriyê dest daniye ser benzînxane ya welatiyekî Kurdê Êzdî.

Rêveberê Saziya Êzdîna Elî Îso ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku Fadî el-Dêrî fermandarê Fîrqeya Melikşah, ji 4 salan ve dest daniye ser benzînxane û Vîlaya welatiyê Kurd ê Êzdî Arih Sebrî Hiso ku xelkê gundê Qestela Cindo ye.

Derbarê destesrkirina mal û milkê Efrîniyan, Hisên Norlo Naso, parêzer û Endamê Komîteya Rêveber a Desteya Yasayî ya Kurd, ji Rûdawê re axivî.

Kurd Hisên Naso re got sîstema yasayî û komîteya vegerandina mafan li Efrînê bê desthilat in û endamên wî komîteyê bixwe dest danîne ser mal û milkê xelkê Efrînê.

Li gorî Rêveberê Saziya Êzdîna, welatiyê Kurd bi rêya birîkarekî daxwaza yasayî ji bo vegerandina benzînxane û Vîlaya xwe kiribû, lê daxwaza 50 hezar dolar lê hatibû kirin. SB2

Ji bilî xanî, guvaştekên zeytûnan, kargeh û bi hezaran erebe û amûrên çandiniyê, bel ku heta pez û sewalên koçberên Efrînê, çekdarên grûpên opzisyona Sûriyê, bi milyonan darzeytûnên cotyarên Efrînê jî, yan desteserkirine yan jî dibirin wekî êzing bazirganiyê pê dikin.

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn