Fermandarekî payebilind ê Pasdarên Îranê li Sûriyê hat kuştin

.

 Medyaya fermî ya Îranê ragihand, efserekî Îranî yê pilebilind ê Pasdarên Îranê li Sûriyê hat kuştin.

Televîzyona fermî ya Îranê li ser malpera xwe belav kir, endamê hêza bejayî ya Feyleqê Pasdarên Îslamî Ebû El-Fedil Elîcanî ku li Sûriyê wek şêwirmendekî leşkerî erkê xwe pêk dianî, roja Yekşemê hat kuştin.

Televizyonê behsa hûrgiliyên zêde derbarê kuştina Elîcanî nekir, lê amaje bi wê yekê kir ku ew efserekî payebilind di nav Pasdarên Îranê de ye.

Îran hevalbendê sereke yê Serok Sûriyê Beşar Esed e û ji sala 2011an ve ji dema şer û pevçûnên li wî welatî, piştgirîya siyasî, aborî û leşkerî dide Şamê.

Ev ne cara yekem e Tehran kuştina endamên hêzên xwe yên çekdar li Sûriyê radigihîne.

Di salên borî de, Îsraîlê bi sedan êrîşên asmanî li Sûriyê pêk anîne û baregeh û xalên artêşa Sûriyê, hêzên Îranê û Hizbullaha Libnanî kirine armanc.

K24

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye