Fermandarê Rûsî dîsa serdana Qamişlo dike

.

 Fermandarê Giştî yê Hêzên Rûsî li Sûriyê General Aleksender Şayko (Çayko) careke din gihişte Qamişlo û tê çaverêkirin ku ligel Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bicive. Bi hatina Şayko re balafirên şer ên Rûsî li ser ezmanê Qamişlo geriyan.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Rûsî li Sûriyê General Aleksender Şayko careke din bi awayekî bilez ji Bargeha Himêmîm gihişte Qamişlo.

Tê çaverêkirin ku General Aleksender Şayko, bi Fermandarê Giştî yê HSD Mazlûm Ebdî re bicive û mijara serake ya hevdîtinê gefa operasyoneke bejayî ya nû Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê ye.

Ev cara duyemîne ku di van rojên dawî de General Şayko li Qamişlo ye, cara yekemîn 28ê Kanûna 2022yan çûbû Qamişlo û ligel fermandarên bilind ên HSD re civiya bû.

Televîzyona El Meyadîn a Lubnanê ragihandibû ku Şayko û Ebdî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hevdîtin pêk anîne û di wê hevdîtinê de rageşiya li ser deverên sînorî û ji bo rê li ber operasyoneke bejayî ya Tirkiyê were girtin çi dikarin bêne kirin hatine gotûbêjkirin.

Tirkiyê ji 20ê Mijdara 2022an ve operasyoneke nû bi navê “Operasyona Pence-Şûr” bi êrîşên esmanî û topxaneyan li dijî Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin.

Herwiha berpirsên Tirkiyê gefa wê yekê jî dikin ku dê di demeke guncaw de êrîşa bejayî jî li dijî Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin kontrola HSDÊ de bidin destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?