Ferit Şenyaşar li ser daxwaza HDPê bû berendamê parlamenteriyê

.

Ferit Şenyaşar kurê Emine Şenyaşar diyar kir ku li Rihayê serlêdana berendamtiya parlamenteriyê li HDPê kiriye û got, “Ezê bibim dengê hemû kesên ku li vê erdîgariyê rûbirûyî neheqiyê û bêedaletiyê bûye.”

Li navçeya Sirûcê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AKPê Îbrahîm Halil Yildiz, êrîşî endamên malbata Şenyaşar kiribûn û ji wê malbatê Haci Esvet Şenyaşar û du zarokên wî Adil û Celal Şenyaşar hatibûn kuştin û sê kurên wî Ferît, Fadil û Mehmet Şenyaşar birîndar bibûn. Herwiha di bûyerê de birayekî Îbrahîm Halil Yildiz jî hatibû kuştin.

Dayika Emine Şenyaşar û kurê wê Ferit Şenyaşar nêzîkî 2 sal in li pêşiya Dadgeha Rihayê çalakiya Edaletê dikin.

Ferit Şenyaşar roja Çarşemê 22ê Adara 2023an ragihand ku li ser daxwaza HDPê serlêdana berendamtiya parlamenteriyê kiriye û dê nobeda wan ya edaletê jî berdewam be.

Herwiha Şenyaşar dibêje eger wek parlamenter bê hilbijartin dê hewara edaletê bighîne parlementoyê jî.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle