Fenerbahçeyê ji ber ‘Ala Kurdistanê’ girêbesta bi lîtstikvanê Kurd re hilweşand

.

Tîma futobolê Fenerbahçeyê ya Tirkiyê, lîstikvanê Kurd Ozan Suncak ê ji Almanyayê transferkirî piştî rojekê dişîne. Hat îdiakirin ku Suncak ji ber ku li ser medyaya civakî di bin wêneyê Ala Kurdistanê de şîroveyek nivîsandiye lewma Fernerbaçe girêbesta ligel wî hildiweşîne.

Fenerbahçeyê doh lîstikvanê Kurd Ozan Sancak ê 18 salî ku di nav tîma Stuttgart a Almanyayê dest bi futbolê kiribû û di Reutlingen U19 de dileyîst, bi îmzekirina girêbesteke tevlî kadroya xwe kir.

Li gor medyaya Tirkiyê, hin parvekirinên medyaya civakî yên Ozan Sancak ku Fenerbahçeyê girêbestek bo 3 salan îmze kiribû, bû sedema krîzê. Di nûçeyan de tê gotin ku Sancak berê li ser Twitterê di bin posta Ala Kurdistanê de bi Kurdî nivîsandiye "Her bijî".

Ew gotina Sancak weke "propagandaya PKKê dike” hatiye nirxandin û wê yekê jî wiha kiriye ku tîma Fenerbahçeyê bilêz biryarê bide girêbesta ligel fubolîstê Kurd hilweşîne.

Daxuyaniya kompaniya menejeriya Ozan Suncak

Derbarê mijarê de kompaniya menajeriya Ozan Suncak daxuyaniyek da û ew îdiayên derbarê wî de red kirin.

Di daxuyaniya kompaniya menajeriya Ozan Suncak de wiha tê gotin: “Em dixwazin eşkere bikin ku li hemberî îdiayên bêbingeh ên derbarê lîstikvanê me Ozan Suncak de li ser medyaya civakî hatin parvekirin em dê li mafên xwe yên hiqûqî bigerin. Bi nûçeyên derew xirabkirina kesekî jêhatî tişteke gelek xirab e. Ozan Sucak çi ji dûr û ne jî ji nêzîk ve ti eleqeya wî bi siyasetê re nîne. Ev parvekirina cihê behsê ye, ne  ya Ozan Suncak e. Em dê li hemberî kesên ku parve dikin û tiştên nû lê zêde dikin bi rêyên yasayî hesab bipirsin.”

SPOR Haberleri

Amedspor û Diyarbekirspor: Eger dahata stadyumê ji me re neyê dayîn em dê boykot bikin
Amedspor bi 3-1 tîma 24 Erzincanspor têk bir
Tima Fotbolê ya Swedê Dalkurd kongreya xwe ya 2022 an li bajarê Uppsalayê  li dar xist.
Şandeke Dalkurdê îro serdana Amedsporê kir