Fedevî jî dixwaze rêya Qasim Silêmanî bicerbîne

.

Cêhgirê Fermanderê Giştî yê Spaha Pasdaran terorîst Elî Fedevî gefa kurtkirina temenê Îsraîlê xwariye.

Roja Sêşemî 9`ê Tebaxê Deryadar Elî Fedevî Cêhgirê Fermanderê Giştî yê Spaha Pasdaran a terorîst yê rejîmê, di kombûna li maydana Felestînê ya li Tehranê de, li derheq şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Felesetînê de got, em bi hemû awayî piştgîriya Felestînê dikin û nahêlên Îsraîlê 80 sal temenê xwe tewav bike.

Elî Fedevî Cêhgirê Fermanderê Giştî yê Spaha Pasdarana terorîst û hin berpirsên din yên rejîma Îranê hemû carê gefa ji navbirina Îsraîlê dixwen, lê dewleta Îsraîlê ev heyama çendîn salan e ku binkeyên leşkerî û yên Spaha Quds li Sûriyê û herwisa navendên navkî yên rejîmê li hundrî Îranê de bombebaran dike û Spaha Pasdaran jî di bersivdanê de bêçare maye.

Qalism Silêmanî Fermanderê Giştî yê Spaha Quds a rejîmê jî, hertim gefên wiha ji Îsraîlê dixwarin lê her ev gef xwarin bû bi bela serê wî.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt