Federasyona Komelên Kurdî li Danîmarka kongreya xwe pêkanî

.

Îro 28.05.2023 Federasyona Komelên Kurdî li Danîmarak bi beşdarîya endamên 13 komelên endam kongreya xwe ya salane pêkanî.

Serokê Federasyonê Ednan Axacan bixêrhatina beşdaran kir û ji bo dîwanê Mîrza Akar û Hewrê Mahmood pêşniyar kir. Beşdar bi giştî vî pêşniyarî pejirandin. Dîwan ji bo pakîya canê şehîdên doza azadîya Kurdistanê beşdaran vexwaznd rêzgirtinê.

Piştê rêzgirtinê li gor rojevê Ednan Axacan rapora kar û çalakîyên salekî pêşkêşê beşdaran kir. Rapor bi giştî hat qebûlkirinê. Li dû wî Ciwan Heso rapora darayîyê pêşkêşkir, Ev rapor jî bi dengê giştî hat qebûlkirinê.

Piştê pêkêşîya raporan ji bo rêveberîya nû ku ji7 esil, 2 cîhgir û 1 jî şêwirmendê darayî/revîsor pêk tê, 13 endam xwe namzet kirin. Jivana Ednan Axacan, Selma Akar, Rehîm Xalîdnijad, Mahmud Erdem, Ehmed Rehmanî, Welîd Akreyî, Ciwan Heso, wek endamên rêveberîyê yên esil û Kek Diyar û Evîn Huto wek cîhgir û Evîn Tetwan jî wek şêwirmendê darayî/revîsor hatin helbijartinê.

Piştê helbijartina desteya rêveberîyê, beşdar ji bo kar û çalakîyên pêşerojê pêşniyar, hêvî û  daxwazên serkeftinê pêşkêş kirin.

Rûpela Nû/Danîmarka

Kurdistan Haberleri

Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir
DNO ya Norwêcî li Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê dike
Mihemedê Hacî Mehmûd: Qewareya Kurdistanê berhema xwîna şehîdan e, ji nav naçe
Amerîka û welatên Kendavê bangî Îranê kir