Federasiyona Navnetwî ya Rojnamevanan li hember serkuta medyayî li Îranê bertek nîşan dan

.

Federasiyona Navnetwî ya Rojnamevanan tevî belavkirina lîsteya rojnamevanên binçavkirî, serkuta medyayî ji aliyê rejîma îslamî ya Îranê ve şermezar kir.

Serokê Federasiyona Navnetwî ya Rojnamevanên Navnetewî “Domînîk Piradiliye” tevî vê ku tohmetên sepandî yên rejîma Îranê bi ser rojnamevanan de li Îranê bi bê bingeh binav kiriye, daxwaz ji rejîma Îslamî ya Îranê kiriye ku tevahiya tohmetên sepandî bi ser rojnamevanan de hilweşîne.

Herwisa navbirî binçavkirina rojnamevanan bi nîşaneya agehdarkirinê di asta navnetewî de daye zanîn û ragihandiye ku rojnamevanî tawan nîne û Komara Îslamî ya Îranê, divê hemû çalakvanên medyayî azad bike.

Herwisa “Domînîk Piradiliye” tevî ragihandina vê ku heta niha 13 rojnamevan ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin, bas ji lîsteya nûkirî ya rojnamevanên binçavkirî ku bi şêweyê heftiyane tê belavkirin, kiriye.

Federasiyona Navnetwî ya Rojnamevanan li meha Sermaweza 1401 a Rojî, bi belavkirina raporekê dabû zanîn, ku li heyama 3 mehên destpêkî yên şoreşa “Jîna”yê de, aliyê kêm 58 rojnamevan li dema serkutkirina neraziyan ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’