Fazil Mîranî: Yekxistina hêzên Pêşmerge ne hêsan e û ne zehmet e jî

.

Mîranî di bernama “Bo Hemûyan” a K24ê de derbarê yekxistina hêzên Pêşmerge de got: “Pirs girêdayî YNK û PDK’ê ye. Partiyên din jî ji ber hebûna xwe li Herêmê û girêdayîbûna wan bi hikûmet, parlamento û hêzên Pêşmerge re, hêza parastinê ji her kesî pêk tê, ne tenê YNK û PDKê, divê nêrîna wan jî di vê pirsê de hebe. Yekxistina hêzên Pêşmerge ne hêsan û ne zehmet e jî.”

Herwiha Mîranî got: “Ev prose ne hêsan e, lê eger îrade hebe her tişt dikare bê kirin, wek Serok Barzanî dibêje, mirov xwe li hember her tiştekî radigire û dikare her tiştî cibicî bike. Ji ber wê jî divê îradeya her du aliyan biser bikeve, bi vî awayî îradeya Herêma Kurdistanê dê biser bikeve û dijminên me jî qels dibin.”

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê da zanîn, hêzên Hevpeymanan di warê lojîstîk û perwerdeyê de piştevaniya Pêşmerge dikin, dixwazin hêzeke wan bo parastina welat û neteweya xwe hebe, ew hêza ku piştgiriya wan kiriye.

Derbarê serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bo Herêma Kurdistanê de jî, Mîranî got: “Hatina Sûdanî bo Kurdistanê nîşana wê yekê bû ku ji Kurdan re bibêje ez hatime alîkariya we bikim. Di heman demê de ji bo ku nîşanî Tirkiye û Îranê bide ku li Iraqê zimanê me yê hevpar heye, herwiha ji rêveberiya nû ya Amerîkayê re jî bibêje ku Kurdistan û Bexdayê têkiliyên wan ên baş hene.”

Di beşeke din a axaftina xwe de, Mîranî got: “Pêwîstiya Kurdistanê bi kar heye, ne bi axaftinê. Li Iraqê her dema ku şoreşa Kurd bihêz bû û Iraq lawaz bû, vekirin çêdibû û Iraq tenazul dikir. Iraq ne welatekî bihêz e, lê xwe li hember me bi hêz dibîne, ji ber ku em di nav xwe de bêhêz in.”

K24

Kurdistan Haberleri

Trump: “Di wexteka nêz de wê operasyona bejayiyê bo ser Venezuelayê bêkirin”
Trump hemû dan û standinên bazirganiyê yên bi Kanadayê re rawestandin
Şerê li Sûdanê: 14 milyon kes koçber bûne
Macron: Girîng e ku HSD û Şam li hev bikin
Rafaêl Girûssî, daxza encamdana lezgîn a lêkolînan li navendên navkî yên rêjîmê kir