Fazil Mîranî: Welatiyên Kurdistanê bi dengên xwe plana li dijî Kurdistanê têk birin

.

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, planeke mezin li dijî Herêma Kurdistanê hebû, ji bo têkbirina hilbijartinan. 

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di bernameya “Bo Hemûyan” a Kurdistan 24ê de got: “Planeke mezin li dijî Herêma Kurdistanê hat kirin ku hilbijartinan têk bibin, yan jî sê-çar meqese li Herêma Kurdistanê bidin.”

Mîranî got: “Li gorî min girseya gel bi coş bersiv da. Di nava gelê Kurd de hesta welatparêziyê ya hemû pêkhateyan di hilbijartinan de bi dengdayînê, bersiva planê da û ew têk birin.”

Derbarê pêkanîna hikûmeta nû de jî got ku, ti lihevkirinek bê tawîz çênabe û da zanîn ku hikûmet çiqas zûtir were avakirin, baştir e.

Mîran got jî: “Divê armanca aliyên siyasî gel û welat be, ji ber ku hemû aliyên vî welatî hevpar in.”

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê destnîşan kir: “Dostên me li bendê ne ku di demek nêzîk de hikûmet were avakirin.” Herwiha got: “Serkeftin berpirsiyariyek e û hilbijartin ne tenê ji bo kursiyan, lê ji bo pêkanîna demokrasiyê ye.”

Mîran diyar kir: “PDK neçar e ku derî vekirî bihêle, ji ber ku berpirsiyarî li ser milê wê ye. PDK êsîrê dîrok û erdnîgariyê ye û ti cihgirê PDKê jî pêkanîna hikûmetê ye.”

k24

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin