Fabrice Balanche: Fransa dixwaze Herêma Kurdistanê parastî be

.

Pirofesorekê Fransayî yê zanîngeha Lyonê amajeyê dide, “Fransa dixwaze Herêma Kurdistanê parastî be”. Herwesa dibêje, “Divê Fransa û welatên dî tiştekî nîşanî Îranê bidin ku rêyê li têkdanên wê li deverê bigire”.

Akademî û Pirofesorê Zannîgeha Lyonê ya Fransayî Fabrice Balanche doh (Pêncşem, 1.2.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Fransa dosta dêrîn a Herêma Kurdistanê ye, xasma ku Parîsê ji salên 1990an were piştevaniya Herêma Kurdistanê kiriye û wesa difikire ku divê Herêma Kurdistanê devereka otonomî ya parastî be”.

Fabrice Balanche herwesa amaje da, “Herêma Kurdistanê xwediya ezmûneka pêşkeftî ye û Fransa piştevaniya wê dike û xasma di peywendiyên wê yên bi Hikûmeta Bexdayê re, lê eşkere ye ku Bexda mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê nade û rêzê li destûrê xwe nagire ku ew destûr mafî dide Herêma Kurdistanê”.

Tekez jî kir, “Herêma Kurdistanê ji aliyê ewlehî û aborî ve devereka seqamgir e, lê komên Şîeyan ên nêzî Îranê wê jiyarxweşî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê naxwazin û merema wan ew e ku Herêma Kurdistanê jî wekî naverast û başûrên Îraqî aloz bikin”.

Navirî her dîsa got, “Pêdivî ye peyama Fransa û welatên dî ji bo Îran, Bexda û komên çekdar ron be, ji bo ku jê re bibêjin Herêma Kurdistanê tenê nnîe û Fransa û Civaka Navdewletî piştevaniya wê dikin”.

Herwesa Balanche giring zanî ku Fransa û welatên dî tiştekî nîşanî Îranê bidin ku destan ji karên xwe yên têkdanê berde û êdî bi rêya komên xwe yên bikirêgirtî li deverê aloziyan çê neke.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire