Ezîz Ehmed: Dronên hefteya borî ji Dubisê hatibûn şandin

.

Alîkarê Birêveberê Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed diyar kir ku dron ji "navçeya Dubisê" hatibûn şandin.

Hefteya borî, pênc caran êriş li bîrên petrolê yên Herêma Kurdistanê hat kirin.

Ezîz Ehmed li ser platforma xwe ya Xê postek belav kir û got, "Ew dronên bombekirî yên ku hefteya borî bîrên petrolê yên Herêma Kurdistanê kiribûn hedef, ji navçeya Dubisê ya Kerkûkê hatibûn şandin."

Li gorî zanyariyên Rûdawê, vê mehê 20 êrişên dronan li Başûrê Kurdistanê hatine kirin; ji wê hejmarê 7 êriş li bîrên petrolê bûn.

Bîrên ku rastî êrişan hatin, bîrên Baedr, Tawke, Xurmele, Sersing û Pêşabûrê bûn.

Li gorî gotina Ezîz Ehmed, ji ber êrişên dronan, Herêma Kurdistanê nêzîkî 200 hezar bermîlên hilberîna petrolê ji dest daye.

Duh êvarî, Ofîsa Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Îraqê got, "Armanckirina vê dawiyê ya sazî û bîrên petrolê pêşhateke metirsîdar e ku armanc jê têkdana aramiya Îraqê ye."

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî Sebah Numan jî li ser êrişan daxuyanî da.

Sebah Numan di berdewamiyê jî de got, “Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ferman daye aliyên pêwendîdar ku ji bo tespîtkirina encamderan lêkolîneke lezgîn û berfireh bidin destpêkirin û li hemberî kesên têkildar tedbîrên tund bistînin.

Hikûmeta Îraqê nahêle ti gef zererê bide berjewendiyên gelê Îraqê.

Ji bo parastina saziyên girîng û serweriya welat, dê hemû tedbîrên pêwîst werin standin da ku rê li ber dubarebûna van êrişan bigire. "

Kurdistan Haberleri

Semînera PWK ya li Baselê
Îranê di zîndanên Reşt û Sari de 4 kesan îdam kir
Mezlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê civiyan: Niha dema yekîtiyê ye
Projeya Avê ya heta 30 salan kêmaviyê nehêle tê vekirin: Hurgiliyên projeyê çi ne?
Amerîka: Divê Şam nehêle DAIŞî bikevin Siwêdayê