Ewqafa Kurdistanê: Me çanda pêkvejiyanê xurt kir û mizgeft û perestgeh ji hemû olan re ava kirin

.

Wezîrê Karûbarên Olî û Ewqafê li Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq ragihand, wezareta wî kar ji bo avakirina çanda lêborîn û pêkvejiyana olî di navbera hemû pêkhateyan de kiriye. Di heman demê de destnîşan kir, gelek mizgeft û perestgeh li Herêma Kurdistanê hatine çêkirin û nûjenkirin.

Wezîrê Karûbarên Olî û Ewqafê li Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq di axaftineke vîdyoyî de hat ku behsa kar û çalakiyên Wezareta Ewqafê di serdema Kabîneya Nehem a Hikûmeta Serokwezîr Mesrûr Barzanî de kir.

Sadiq got, di heyama sê salên derbasbûyî de ji karê kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Herêma Kurdistanê bûye nimûneyeke ciwan a di warê pêkvejiyan û lêborîna olî de ku Herêm ji bo konferansên cîhanî yên bi vê derbarê de pêwendîdar hatiye vexwendin.

Her wiha got: “Me berê kar kir ta ku gotara Înê li Kurdistanê bibe gotareke olî ya nerm û bibe alîkar ji bo belavkirina aştî û lêborînê di navbera ol û mezhebên cuda de. Di heman demê de 3 hezar kursên cuda ji bo mamostayên olî hatin lidarxistin û me Enstîtuya Kurdistanê ava kir û mamostayên olî li wir kursa 45 rojî digirin.

Diyar kir jî: “Di heman demê de, me giringî daye hemû olên din yên li Herêma Kurdistanê. Rêveberiya Pêkvejiyanê heşt olên navxweyî li xwe digire. Di wê derbarê de me nêzîkî 2 hezar mizgeft nûjen kirin, çendîn mezargehên Êzidiyan û dêr ava û nûjen kirin.

Wezîrê Karûbarên Olî û Ewqafê amaje bi wê yekê jî kir, “Em hewl didin di demeke nêzîk de xaniyan ji bo mamostayên olî xaniyên ava bikin. Ew projeyasaya nû hatiye amadekirin û di zûtirîn dem de ji bo pêdaçûna rênimayiyên koçkirin, dibistanên olî û rêbaza hînkirina Qurana pîroz, ji bo Parlamentoya Kurdistanê tê şandin. Bi taybetî ku giringî bi Zanîngeha Ezherê hatiye dayîn ku niha enstîtuya wê li Hewlêrê heye.”

Got: “Me gelek xwendekarên xwe şandin Misirê. Me nêzîkî 250 mamosteyên xwe yên olî jî ji bo xwendina bilind şandin welatên din. Me pêdaçûn di gelek girêbestên veberhênanê de kirin û vê yek jî dahata darayî bo Hikûmeta Herêmê vegerand. Ji aliyeke din ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê di xizmeta heciyan de gelek asankarî dabîn kirin.”

Çavkanî / Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stockholmê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
PWK Ewropa, salvegera 79 salî ya PDKê pîroz dike
Heyeta PWKyê li Hewlêrê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
Nebûna Kurdî di nav 8 zimanên xûtbeya Diyaneta Tirkiyê de rastî nerazîbûnan hat
Îdia: Piştî vekişîna Şamê, Macron dê rasterast bi Mezlûm Ebdî re bicive