Estonya hêzeke leşkerî li Hewlêrê bicih dike

.

 Wezareta Berevaniya Estonyayê ragihand, vê mehê yekîneyên artêşa wî welatî di çarçoveya erka Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de li Hewlêrê têne bicihkirin, erka wê jî parastina bingehên serbazî, bersivdana bilez û parastina kesayetiyên pilebilind dibe.

Di daxuyaniyekê de Wezareta Berevaniya Estonyayê dibêje, yekîneya wan ji 110 serbaz û endamên Berevaniya Estonyayê pêk tê, ser bi betalyoneke piyade û hêza operasyonên taybet ên wî welatî ve ye.

Li gor daxuyaniyê, ew hêz dê cihê hêzeke Holendî bigire û dê ji bo dema şeş mehan li Hewlêrê bimîne.

Serokerkanê Estonyayê General Martin Herem ragihand, beşdarîkirina yekîneya wan di operasyonên biyanî de, roleke bihêz di başkirina peywendiyên Estonyayê û şiyanên wê ji bo karkirina li gel Hevpeymanên wê de hebûye.

Biryar e ew yekîneya Estonyayê li bingeha Hevpeymanan li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bê bicihkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle