Esmehan Dawûd: Rê bi min nehat dayîn derbasî Rojavayê Kurdistanê bibim

.

Endama Nûneratiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Herêma Kurdistanê Esmehan Dawûd dibêje, Rêveberiya Deriyê Sêmalka rê nedaye wê derbarsî Rojavayê Krudistanê bibe.

Esmehan Dawûd ji Rûdwê re got, wê îro dixwest biçe Rojavayê Kurdistanê ji bo ku beşdarî kongreya ENKS bibe, ew ji Pêşabûr derbasî aliyê Sêmalka jî bû û li wir jêre gotin ku divê tensîq hebe û ew nikarin rê bidin derbas bibe.

Dawûd da zanîn ku aliyê Rojavayê Kurdistanê ew neçar kirin ku careke din vegere Hewlêrê.

Esmehan Dawûd got: “Kongreya ENKSê gelek nêzîk bûye, Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê civînek saz kir û têde me nûnerên xwe yên biçin kongreya ENKSê hilbijart û yek ji wan edaman ez bûm. Lê mixabin dema îro min xwest biçim wî alî ji min re astengî derxistin û gotin ku nabe tu derbas bibî weke keseke siyasî. Min jî got ku ez diçim welatê xwe naçim welateke biyanî, lê dîsa rê nedan min.”

Dawûd ev heyam weke heyameke hestiya pênase kir û got: “Niha ji her alî ve gef li ser herêmên me zêde bûne, di demeke wiha de em dibînin ku PYD li şûna hewl bide nêzîkbûneke di navbera tevgera siyasî de çêbike û hinek rihetiyê li ba xelkê çêbike daku xelk berê xwe nedin revê, lê mixabin bi wan kiryarên xwe deverê zêdetir dixe jêr metirsiyê. Ev jî dibe sedema ku xelk berê xwe bidin koçberiyê.”

Esmehan Dawûd Endama Ofîsa peywendiyên giştî ya Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê û nûnera partiya xwe ye di nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê.

ÇAVKANÎ: RÛDAW

Kurdistan Haberleri

14 welatiyên xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin
Îraq tedbîrên li ser sînorên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tund dike
Asayîşa Kurdistanê: Bazirganê madeyên hişbir ê navneteweyî hat girtin
Amedspor, ji tîmeke futbolê wêdetir: 'Îro cejna me Kurdan e'
PWKê LI BATMANÊ JENOSÎDA DERSÎMÊ (TERTELE) BIBÎRANÎ