Esed: Tişta dibe hewldaneke jinûve xêzkirina nexşeya herêmê ye

.

Serokê Sûriyeyê Beşar Esed operasyona Hêzên Heyata Tehrîr El Şamê wekî "hewldaneke jinûve xêzkirina nexşeya herêmê" bi nav kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokatiya Sûriyeyê, Beşar Esed bi rêya telefonê bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re axivî.

Hat ragihandin Beşar Esed di hevdîtina xwe de ji Pizîşkiyan re gotiye:

"Bûyerên terorîstî yên rû didin, armancên berfireh ên parçekirinê, parçekirina welatên herêmê û jinûve xêzkirina nexşeyê ya li gorî armancên Amerîka û Rojava nîşan dide."

Şerê li Heleb û Îdlîbê

27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin, 30ê Çiriya Paşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola komên çekdar.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û hevpeymanên wê êrişî Şehbaya di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de û cih û warên Kurdan dikin.

Li hinek herêman jî di navber HSD û komên çekdar de şer û pevçûnê dijwar derdikevin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle