Erzingan - Kanzaya zêran herifî, gelek kes di bin de ne

.

Li Erzinganê kanzaya derxistina zêr hilweşiya û Parêzgarê Erzinganê da zanîn ku karkerên di bin axê de asê mane hene û hijmara wan nayê zanîn.

Hat diyarkirin ku kanzaya zêr a li navçeya Îliç a Erzinganê, îro danê piştî nîvro hilweşî û gelek kes di bin axê da mane.

Li ser agahiyê, gelek tîmên hewarçûnê ber cihê bûyerê ve çûn û dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirin.

Parêzgarê Erzinganê Hamza Aydogdu serdana cihê bûyerê kir û got: “Hejmarek karker di binê erdê de asê mane. Xebatên me yên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in.”

Wezîrê Navxweyê Tirkiyê Alî Yerlîkaya jî da xuyakirin, heta niha ji 9 karkeran agahî wernegirtine.

Ji ber ku zêr bi jehrê sîyanur tê derxistin, naye hîştin kes nêzîkî cihê bûyerê bibe.

Hat zanîn ku tîmên AFADê Ji Erzîngan, Erzirom, Sêwas, Rîze, Meletî, Gîresûn, Diyarbekir, Tokat û Dêrsimê yên AFADê ji bo herêma bûyerê hatine şandin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle