Ermenîstanê biryarek krîtîk da!

.

êveberiya Ermenîstanê biryar da ku peywira nobedarên Sînor ên Rûsyayê yên li Balafirgeha Navneteweyî ya Zvartnots a li paytext Erîvanê bi dawî bike.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Ermenîstanê Armenpressê Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Ermenîstanê Armen Grigoryan piştî civîna ku li Meclisa Neteweyî hat kirin daxuyanî da çapemeniyê.

Grîgoryan da zanîn ku rêveberiya Ermenîstanê biryar daye ku hemû xizmetên li balafirgeha navborî bi temamî ji aliyê rayedarên Ermenî ve bên kirin û got, "Ermenîstan di vê mijarê de xwedî helwesteke zelal e û ev helwesta xwe bi nameyek fermî ji Federasyona Rûsyayê re ragihandiye. Helwesta Ermenîstanê ew e ku xizmeta li Balafirgeha Navneteweyî ya Zvartnotsê ji aliyê Hêzên Parastina Sînor a Ermenîstanê ve bê kirin."

Kurdistan Haberleri

Mark Savaya tekez li ser kontrolkirina komên çekdar kir
Koçberên ji Serê Kaniyê hişyariyê didin: 'Zivistaneke dijwar li pêşiya me ye'
Tom Barrack: HSD û Şam gelekî nêzikî rêkeftinê ne
Îro 10 sal di ser weşana Kanala Kurdistan24ê re derbas dibin
Nêçîrvan Barzanî: “Gihîştandina mirovan veberhênana herî baş e.”