Ermenistan xwest Macron tevlî hevdîtinên Qerebaxê bibe lê Aliyev qebûl nekir

.

 Li ser Ermenistan xwest di hevdîtinên aştiyê yên Qerebaxê de, serokê Fransayê Emmanule Macron tevlî hevdîtinan bibe, serokê Azerbeycanê İlham Aliyev hevdîtina ku wê di 7 ê meha berfanbarê de bibûya betal kir. Hatibû plankirin ku İlhamAliyev û Nikol Paşinyan di 7 ê berfanbarê de li Brukselê hevdîtin bikin. Aliyev got:

“Paşinyan got ku bi şertê Macron bibe navbeynkar wê tevlî civînê bibe. Yanî wê hevdîtin nebe. Paşinyan derbê li hevdîtinan dixe.”

Azerbeycan di mijara pirsgirêkên di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de Fransayê bi terefdariyê sûcdar dike. Di meha cotmehê de Macron li ser şerê navbera Ermenistanê û Azerbeycanê gotibû ku Azerbeycan şer daye destpêkirin û wahşetê dike. Li ser van gotinên Macron Îlham Aliyev bertekekî tund nîşanî Macron dabû.

Wezareta karên derve ya Azerbeycanê jî gotibû ku Ermenistan zorê dide Azerbeycanê da Macron bibe navbeynkar.

Bi salaye ku li ser axa Qerebaxê Ermenistan û Azerbeycan lihev nakin û di encamê de şerekî di navbera wan de destpêkiribû û Ermenî di şer de têkçûbûn. Her dû teref esas ne li ser axa xwe lê li ser Kurdistana Sor şer dikin ji ber Laçin an ku Kurdistana Sor, Qarabax bi xwe ye.

Kurdistan Haberleri

Cenazeyê Pêşmergeyekî PAKê li otelekê hat dîtin
Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir