Êrişkarekî saziyên Elewiyan hat girtin

.

 Derbarê êrîşa Cemxane û saziyên Elewiyan de ku 3 kes hatibûn desteserkirin, bi biryara dadgehê yek ji wan hat girtin û 2 kes jî bi merca kontrola edlî dê li malê girtî bin.

Li gor agahiyan 3ê Tebaxa 2022ê Dadgeriya Ceza û Sulhê piştî lêpirsina 3 kesên hatibûn desteserkirin û bi êrîşa ser Cemxane û saziyên Elewiyan dihatin tawanbarkirin biryar da.

Li gor biryara dadgehê êrîşkar Ahmet Ozan K. hat girtin û du kesên din ên gumanbar bi merca kontrola edlî dê li malê girtî bin.

Roja 30ê Temûza 2022ê yekem roja Rojiya Miheremê, li bajarê  Enqerê bi hemwextî êrîşî Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), Cemxaneya Ana Fatma, Cemxaneya Şahê Merdan, Komeleya Gundê Gokçebelê û Weqfa Elewiyên Bektaşî yên Tirkmen hate kirin.

Piştî êrîşê Rêveberiya Ewlekariya Enqerê ragihand ku êrîş ji aliyê kesê bi navê A.O.K. hatine kirin û kesê navborî hatiye desteserkirin. Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Suleyman Soylu jî têkildarî wê êrîşa li ser saziyên Elewiyan bûyer weke provakasyon bi nav kiribû û gotibû çend kesên din jî hatine desteserkirin û peywendiya wan bi rêxistinekê ve hene.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin