Êrîşî ser Şamê hat kirin û kuştî hene

.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan eşkere dike, “Di êrîşeke dronî de li ser cebilxaneyeke serbazî ya artêşa berê ya Sûriyeyê li nêzî bajarkê Edrayê li nêzî Şamê, ku mimkin e ji aliyê Israîlê ve hatibe kirin, 17 kes hatin kuştin, ji bilî wêrankirina wê cebilxaneyê.”

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan îro (Yekşem, 29.12.2024) eşkere kir ku, êrîşî ser cebilxaneya artêşa Rijêma Sûriyeyê ya berê hatiye kirin û hatiye wêrankirin. Di encama wê êrîşê de jî ku bi rêya dronan hatiye kirin, wekî amara destpêkî 17 kes hatine kuştin.

Li beranber jî Ajansa Spotnîkê parve kiriye, di wê êrîşê de ku bi dronê li ser cebilxaneyeke artêşa Rijêma Sûriyeyê ya berê hatiye kirin, 5 kes hatine kuştin, zêdebarî zirareke zêde ku gehiştiye dikan û sûkên nêzî cebilxaneya bajarkê Edrayê li devera pîşesaziyê.

Odeya Redkirina Dijmin li ser tora civakî ya Telegramê parve kiriye, amara kuştiyên êrîşa asmanî ya Israîlê li ser cebilxaneyeke çek û teqemeniyan li devera Edrayê ji bo 20 kesan bilind bûye.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin