Êrîşên kîmyayî bo ser dersxwanên li Rojhilatê Kurdistanê berdewam in

.

Êrîşên kîmyayî bo ser xwendingehên keçan ên “Urmiye, Hersîn, Dîwandere, Bokan, Sine, Kirmaşan û Giyelan”ê li Rojhilatê Kurdistan û bajarên “Kerec, Tewrêz, Ehwaz, Mahdeşta Kerecê û Şîraz,” li Îranê hatine kirin.

Rejîma Îranê li bajarê Urmiyê bi êrîşa kîmyayî bo ser xwendingeha keçan a “Terawet” bû sedema jehrîbûna hejmareke zêde ji keçên dersxwan ku bo nexweşxaneya “Moteherî” ya wî bajarî hatine veguhastin.

Xwendingeha keçan a “Fecir û Îsmet” li bajarê Bokanê, xwendingeha “Hacer” li bajarê Dîwandereyê,  xwendingeha “Nesîbe” li bajarê “Sinê” xwendingeheke keçan li taxa “Mo`ellim” a Kirmaşanê, û herwisa xwendingehên keçan ên ”Honeristana Endîşe, navendiya 17ê Şehrîwer, Îsmet û Kobra” li bajarê Giyelana ser bi bajarê Kirmaşanê, rastî êrîşên kîmyayî hastine û hejmareke gelek zêde ji wan keçan jehrî bûne ku piranî bo nexweşxaneyên wan bajaran hatine veguhastin û rewşa hejmareke zêde ji wan bi nebaş hatiye raghilandin.

Herwisa bi sedema wan êrîşên kîmyayî, zêdetir ji 30 keçên dersxwan li bajarê Hersîn ê ser bi bajarê Kirmaşanê bo nerxweşxaneya “Şoheda” ya wî bajarî hatine veguhastin ku rewşa hejmareke zêde ji wan bi nebaş hatiye ragihandin.

Herwisa xwendingeha keçan a “Tohîd” li bajarê Şîrazê, “Ze`iferaniye” li bajarê Tewrêzê, Huneristana MihemedBaqir li Mahdeşta Kerecê, xwendingeha Ce`ifer Sadiq” li devera 4 a bajarê Kerecê û bajarê Ehwazê li parêzgeha Xûzistanê kevtine ber êrîşên kîmyayî

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
Rafael Grossi ji bo kargehên atomî banga hevkariya zêdetir li Îranê kir
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike