Êrîşê fotbolîstê azadîxwaz kirin!

Li bajarê Mersînê di dema listîkê de 3 kes daketin sahayê û êrişê fotbolîstê Amedspor, Denîz Nakî kirin.

Îro li Tirkiyeyê sezona fotbolê ya liga 2em dest pêkir. Amedspor li bajarê Mersinê bi Mersîn Idmanyurdu re lîst. Di dema listîkê de 3 kes daketin sahayê û êrişê fotbolîstê Amedspor, Denîz Nakî kirin.  https://youtu.be/T5kUxt8Idrg
 

Maç, bi 7-0 serkeftina Amedspor xelas bû.

Denîz Nakî fotbolîstekî polîtîk e. Di 31ê Çileya 2015ê, di çarçoveya Kûpaya Zîraat a Tirkiyê de, Amedspor li hember Bursasporê bi 2-1 serketibû. Nakî li ser vê yekê li ser hesabê xwe yê tora civakî de nivîsandibû, “Ew vê serkeftinê pêşkeşî wan kesan dike ku li hember zulma li welatê wî tekoşînê dikin û canê xwe feda dikin. Her bijî Azadî.” JI bona vê yekê di derbarê wî de mahkeme hatibû vekirn û 5 sal ceza xwestibûn.

SPOR Haberleri

Alîgirên Amedsporê herikîn Amedstoreyan: ‘Em dê li Başûrê Kurdistanê jî vekin’
Kupaya Cîhanê ya jinan li Hewlêrê tê lidarxistin: Kurdistan jî beşdar dibe
Serokê Amedsporê ji Denîz Nakî lêborîn xwest
Ronahî dixwaze bibe ronahiya zarokên welêt
Spanya bû şampiyona Euro 2024ê