Êrişa sîber: 10 Hizbulahiyên din mirin

.

Hizbulaha Libnanê ragihand, ji ber êrişa sîber a ku bêtêlên wan kiribûn hedef 10 endaman wan ên din mirin.

Doh amûrên pêwendiyê yên Pagerê yên ku çekdarên Hizbulaha Libnanê bi kar tînîn di êrişeke sîber de hatin teqandin.

Hizbulahê eşkere kiribû ku 2 endamên wan mirine.

10 çekdarên din mirin

Hizbulahê piştre bi rêya hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku 10 endaman wan ên din mirine.

Hizbulahê di daxuyaniya xwe de navên miriyan û salên wan ên jidayîkbûnê jî dan.

Aliyên Libnanî Îsraîlê tawanbar dikin lê Îsraîlê heta niha ti daxuyaniya fermî nedaye.

Piştî ku Hemasê 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan êrişî Îsraîlê kir û Îsraîlê jî bersiv daye, Hizbulah û Îsraîl jî gelek caran êrişî hev dikin.

Heta niha di êrişên Îsraîlê de 453 endamên Hizbulahê hatine kuştin.

Êrişa sîber

Doh li Libnanê bêtêlên ku endamên Hizbulahê bi kar tînin bi hev re hatin teqandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku 2 hezar û 800 kes birîndar bûne û birînên 200 kesî giran in.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, di van êrişan de 9 kes mirine ku yek ji wan zarok e.

Hizbulahê jî şeva borî daxuyandibû ku 2 endamên wan mirine.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin