Êrîşa nîjadperest li dijî Amedspor hate kirin -VÎDYO-

Beriya lîstika di navbera Sakaryaspor û Amedsporê de, strana nijadperest a 'Ölürüm Türkiye'm'ê bi zorê dane guhdarîkirin û dîmenên operasyonên leşkerî li ekrana mezin dane nîşandan. Piştî lîstikê jî êrîşî lîstikvan û birêvebirên Amedspor hate kirin

Hate ragihandin doh, li Stadyûma Nû ya Sakarya Ataturkê, beriya lîstika Sakaryaspor û Amedsporê, strana nîjadperest ji hoperlorên Stadyumê ve hate danîn.

Herwiha vîdyoya êrîşên serbazên Tirkiye anîn ser ekranên stadyumê:

Herwiha piştî lîstikê, nijadperestên tirk ketin jûra lîstikvanên Amedsporê û êrîşek pêk anîn. Amedspor, bi daxuyaniyekê ev êrîş wek 'nijatperestî' bi nav kir û got: "Êrîşkar bes piyon in. Berpirsiyarên esasî yên van êrîşan ew in ku destûrê didine van êrîşan û pişguh dikin û ceza nadine wan. Lijneyên Ewlehiyê yên bajaran ku 57 lîstik qedexeya deplasmanê dabûne me, TFFya ku piştî her lîstikên me ceza nabirre van êrîşan û yekeyên emnî yên berê van êrîşan nagirin, berpirsiyarên van êrîşan in." 

SPOR Haberleri

Alîgirên Amedsporê herikîn Amedstoreyan: ‘Em dê li Başûrê Kurdistanê jî vekin’
Kupaya Cîhanê ya jinan li Hewlêrê tê lidarxistin: Kurdistan jî beşdar dibe
Serokê Amedsporê ji Denîz Nakî lêborîn xwest
Ronahî dixwaze bibe ronahiya zarokên welêt
Spanya bû şampiyona Euro 2024ê