Erebên hawirde li Kerkûkê dest ji zeviyên Kurdan bernadin

.

Hewldanên dagirkirina zeviyên cotkarên Kurd berdewam in.

Wezareta Dadê ya Iraqê lijneyek ji bo lêkolîna li ser erd û zevî û girêbestên çandiniyê yên Kurdan pêk anî û biryar e sê endamên wê lijneyê ji bo vê mebestê serdana Kerkûkê bikin, lê belê Erebên hawirde çûne dadgeha Kekûkê û bi rêya dadgehê dixwazin zeviyên Kurdan dagir bikin.

Mam Arif ku welatiyekî Kurd e û 70 salên temenê xwe li gundê Tercêl derbas kiriye, Erebên hawirde hatine ser zeviyên wî û dixwazin dagir bikin, lê belê ew tapoya xwe nîşan daye û ev hewldan rawestandiye.

Kêşeya erd û zeviyan li sînorê Kerkûkê bidawî nebûye, Kurdên xwediyê erdên çandiniyê, kêşeya wan hîn jî li dadgehê ye.

Hacî Mihemed ku cotkarekî Kurd e û nişteciyê gundê Tercêl e, dibêje ku çendîn car Erebên hawirde hatine ser zeviyê wî û hewla dagirkirinê dane, lê belê wan erdê xwe radest nekirine.

Mam Şamîl ku ew jî cotkar e, tevî bi sedan cotkarên din ên li Kerkûkê bi heman şêwe kêşeya wî ya zevî heye û nehatiye çareserkirin, ew li ser erdê xwe ne û Erebên hawirde jî bi rêya dadgehê û piştevaniya hêzên serbazî, dixwazin erdên Kurdan dagir bikin.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin