Ereb kirina Kerkûkê geheşt asta qedexe kirina zimanê kurdî

.

Di civîneke berpirsekî payebilind ê ewlehiya bajarê Kerkûkê ya li gel muxtarên taxên Kerkûkê de, çend muxtaran xwestiya bi kurdî di civînê de biaxivin, lê ji aliyê wî berpirsê ewlehiyê ve ji wan re hatiye gotin ku tenê dikarin bi zimanê erebî biaxivin.

Li gor zanyariyên BasNewsê ku ji çavkaniyekî bidest xistiye, şeva çarşema borî 13.04.2022yê rêveberê îstixbarata Kerkûkê civînek li gel muxtarên Kerkûkê pêkaniye û di wê civînê de çend muxtarên kurd xwestine bi zimanî kurdî biaxivin, lê ji aliyê rêveberê îstixbarata Kerkûkê ve rêgirî li wan hatiye kirin û ji wan re gotiye tenê dikarin bi zimanê erebî biaxivin.

Herwaha hat zanîn muxtaran jî gotiye em tenê zimanê kurdî dizanin û em bi wî zimanî diaxivin, ku zimanê fermî yê dewletê ye. Lê rêveberê îstixbarata Kerkûkê Emîd Mihemed Cibûrî ew yek red kiriye û rijd bûye li ser wê yekê ku ew bi erebî biaxivin.

Li Kerkûkê proseyekî bihêz a ereb kirinê destpê kiriye û kar geheştiye wê astê ku civînên fermî yên saziyên ewlehiyê yên li gel muxtaran de rê nayê dayîn ku muxtar bi zimanê kurdî biaxivin.

Basnews

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû