Erdogan Serokomarê Iraqê vedixwîne Enqerê

.

Peyameke vexwendinê ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip gihîşte Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd.

Peyameke vexwendinê ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip gihîşte Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd ku di demeke nêz de serdana Enqerê bike.

Balyozê Tirkiyê yê li Enqerê Ali Riza Guney îro Pêncşemê 22yê Berfanbara 2022yan peyameke destxetê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gihande Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd.

Li gor daxuyaniya Serokomariya Iraqê, di peyamê de Erdogan hevtayê xwe yê Iraqê vedixwîne welatê xwe û daxwaza welatê xwe ji bo bilindkirina asta pêwendiyên navbera herdu aliyan nîşan daye, herwiha tekezî li parastina aştî û seqamgîriya navçeyê kiriye.

Li hember vê yekê, Serokomarê Iraqê spasiya vê vexwendina Serokomarê Tirkiyê ji Balyozê Tirkiyê re ragihandiye û tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên dualî û hevkariya hevbeş a di navbera Bexda û Enqerê de kiriye.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt