Erdogan serdana xwe di nîvî de hişt û vegeriya Tirkiyê

.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî bidawîbûna civînên Lûtkeya G20 û civînên dualî li Romayê, ji dêlva bo beşdarbûna Lûtkeya Guherîna Keşûhewayê ber bi Glasgowa Scotlandê bikeve rê, vegeriya Tirkiyê.

Serokatiya Komara Tirkiyê ti daxuyaniyek di vê derbarê de nedaye ka çima Recep Tayyip Erdogan beşdarî Lûtkeya Guherîna Keşûhewayê nebûye, lê berpirsekî ku nexwestiye navê wî were eşkere kirin, ji Ajansa Reutersê re gotiye, pirsgirêka Serokkomarê Tirkiyê ya protokolê hebûye bo beşdarbûna lûtkeyê.

Roja Yekşemê Lûtkeya Guherîna Keşûhewayê li Glasgowê destpê kir, di lûtkeyê de serkirdeyên cîhanê bo dema du hefteyan sedem û çareseriyên germbûna pileyên germê li ser zemînê gotûbêj dikin. Nûnerên zêdeyî 190 welatan beşdarî Lûtkeya Guherîna Keşûhewayê bûne ku Neteweyên Yekbûyî organize kiriye û Brîtanya bi hevbeşiya ligel Îtalyayê birêve dibin.

Lûtke di germiya guherîna keşûhewa û çendîn karesatên xwezayî de tê sazkirin ku di 2021ê de çendîn karesat çêbûne. Wek beşek ji Rêkeftina Parîsê bo Guherîna Keşûhewayê, welatên cîhanê pêbendbûna xwe ragihandine bo kêmkirina gazên zerarbexş, ev jî bo hiştina pileya germa ser zemînê di jêr 2 pileyan de.

Di Lûtkeyê de serkirdeyên cîhanê plan û nexşerêyan pêşkêş dikin daku bighin armanca xwe û nehêlin pileya germê ji wê pileyê bilindtir bibe.

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin