Erdogan red dike artêşa Tirkiyê ji Sûriyê vekişe

.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan îro Duşemê piştrast kir ku ew ne li dijî hevdîtina bi hevtayê xwe yê Sûriyê Beşar Esed re ye, lê tekez kir ku artêşa Tirkiyê ji Sûriyê venakişe.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beriya serdana xwe ya bo welatên Kendavê li Firokxaneya Navdewletî ya Ataturk konferanseke rojnamevaniyê li dar xist.

Erdogan got: “Em deriyan ji bo danûstandina bi aliyê Sûriyê re nagirin. Mekanîzmaya çaralî ya ku hatiye avakirin dixebite. Her wiha em ji mijara hevdîtina bi Beşar Esad re jî ne girtî ne. Dibe ku em bicivin."

Herwiha got jî: “Mixabin Esed dixwaze Tirkiye ji bakurê Sûriyê derkeve, lê ev yek ne pêkan e, ji ber ku li wir em şerê terorê dikin û em li ser sînorên xwe şerê terorîstan dikin. Yanî heta ku ev terorîst li sînorên me bin, emê çawa ji wir derkevin?”

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ