Erdogan li ser peymana HSD û Şamê daxuyanî da

.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser peymana HSD û hikûmeta Sûriyeyê got, "Em her hewlekê ku ji bo paqijkirina Sûriyeyê ji terorê tê dayîn, wekî gavekê di rêya rast de dibînin."

Her wiha Erdogan got, "Bê kêmasî bicihkirina lihevkirina ku doh pêk hatiyê dê xizmeta aramî û ewlehiya Tirkiyeyê bike.

Serkeftiyên vê yekê dê hemû birayên me yên Sûriyeyî bin."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer şeva borî peymanek îmze kir û karvedanên wê peymanê berdewam dikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Enqereyê di bernameyeke fitarê ya bi welatiyên Filistînê re de axivî.

Erdogan amaje bi şerê li Xezeyê da û got, "Ji bo rawestandina xwînê me hemû derfetên xwe seferberkirin. Me sûd gihand wê yekê ku 9 welat Filsitînê nas bike."

rdogan behsa peymana ku şeva borî di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê  Ehmed Şer de hatiye îmzekirin kir jî û got:

Em her hewlekê ku ji bo paqijkirina Sûriyeyê ji terorê tê dayîn, wekî gavekê di rêya rast de dibînin.

Bê kêmasî bicihkirina lihevkirina ku doh pêk hatiyê dê xizmeta aramî û ewlehiya Tirkiyeyê bike.

Serkeftiyên vê yekê dê hemû birayên me yên Sûriyeyî bin.

Bi qasî ku em wek Ereb, Tirk û Kurd biratiya xwe bilind bikin, em dikarin planan têk bibin û paşeroja xwe misoger bikin.

Tikaye bila em ji eqlê xwe dernexin ku ji bilî destgirtina hevdu, hembêzkirina hev û rêzgirtina li hestiyarên hev, ti rêyeke din a rizgariyê tine ye.

Xwedê me ji her cûre fitne, rûbirûbûn û şerê biratiyê dûr bixe ku kêfa emperyalîstan bi me bîne.”

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc