Erdogan bo Swêd Finland: Em dê ji bo tevlîbûna NATOyê nebêjin erê

.

 Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku pêşwazî li endambûna Swêd û Finlandayê di hevpeymaniya NATO de nake. Erdogan herwiha got ku bila ti şandeke wan herdu welatan bi vê armancê serdana welatî wî nekin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ligel Serokomarê Cezaîrê Ebdulmecîd Tebbûn civîneke hevbeş a çapmeniyê li dar xist û tê de behsa egera endambûna Swêd û Finlandayê di hevpeymaniya NATO de jî kir.

Erdogan  amaje bi wê yekê kir ku Swêd û Finlanda helwesta xwe derbarê PKK û YPGê zelal nekirine û got: “Biryar e şandên wan bên Tirkiyeyê. Dê bên me qanî bikin? Bila li qusûrê nenerin û xwe newestînin, em qebûl nakin."

Erdogan herwiha got: “Beriya her tiştî ji yên ku li dijî Tirkiyê sizaya cîbicî dikin, ji bo ketina wan nava NATOyê ku rêxistineke ewlekariyê ye em dê nebêjin 'erê'."

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu beriya ku bikeve civîna NATOyî ya li Berlînê, careke din Swêd û Finlanda bi alîkariya PKKê tohmetbar kir û destnîşan kir, “Swêd û Fînlanda bi eşkereyî piştgiriyê didin PKK/YPGê.”

Wezîra Derve ya Swêdê di bersiva tohmet û gefên Tirkiyê de ragihandibû, Swêd jî weke welatên din ên Yekîtiya Ewropayê PKKê weke “rêxstineke terorîstî” dibîne, lê belê helwêsta wan derbarê Rojavayê Kurdistanê û rêveberiya li Bakur Rojhilatê Sûriyê de ji Tirkiyê cuda ye.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî
Îraq: Hinardeya petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare bigihîje 500 hezar bermîlan
Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Divê hikûmeta nû xizmeta hemû pêkhateyan bike
Amedspor derbasî Lîga Super bû