Erdhejê ziyaneke mezin daye Efrînê û gundên wê

.

 Li gorî zanyariyên ku ji Efrînê bi destê Rûdawê ketine, bêhtirî 30 avahî û xanî li bajajarê Efrînê rûxane û serê sibehê 51 termên qurbaniyan li nexweşxaneya serbazî li Efrînê ne.

Li bajarokê Cindirêsê jî, hejmareke mezin ji avahiyan bi temamî û rûxane û heta niha bi dehan kes di bin kavilan jiyana xwe ji dest dane an jî asê mane.

Tîmên Hawarçûnê yên Berevaniya Sivîl hejmarek kes ji bin kavilan derxistine.

Xwebexşê Berevaniya Sivîl dibêje "Bêhtir ji avahiyeke rûxyayî malbatên sivîl di bin kavilan de mabûn. Em niha kar ji bo derxistina saxan û terman ji bin kavilan dikin."

Medyakerek ji nav cindirêsê daxwaza alîkariyê dike.

Rojnamevan Ebû Şam "Bajarê Cindirêsê bi temamî di wêran e. Bêhtirî 40-50 avahî bi temamî li cadeya sereke û hin xanî jî rûxane. Berevaniya sivîl ji serê sibehê ve paşmayan radikin û kesên sax ji bin wan derdixin, em hawara xwe digihînin we herkesî amûr û Tirekên wî hebin berê xwe bidin Cindirêsê."

Li Meydan Ikbisê jî, di encama rûxîna malekê de, hevwelatiya bi navê Sedet Sîno jiyana xwe ji dest daye û hevhînê wê Mistefa Ebo bi birîndarî ji bo nexweşxaneyê hatiye rakirin.

Li taxa Şêx Meqsûd a Kurdnişîn Helebê jî, 5 hevwelatiyan jiyana xwe ji dest dane, 11 kes jî birîndar bûne.

Li nahiyeya Şiyê jî, 2 zarokan jiyana xwe ji dest dane û mizgefta gundê Sinarê ser bi Şiyê rûxaye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle