Erdheja Mereşê: Hejmara miriyan bo 7 hezar û 108 kesan bilind bû

.

AFADê hejmara nû ya mirî û birîndarên erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê belav kir û ragihand, heta niha di encama erdhejê de 7 hezar û 108 kesan jiyana xwe ji dest dane û 40 hezar û 910 kes jî birîndar bûne.

Di encama erdheja 6ê Sibatê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs, Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê wêraniyek mezin çê bûye û bi hezaran avahî hilweşiyane.

Herwiha ji ber erdhejê gelek kes jî bûne qurbanî û bi derxistina kesên sax û mirî, hejmara mirî û birîndarên erdhejê jî kêlî bi kêlî zêdetir dibe.

AFADê îro amareke nû derbarê erdhejê de aşkere kir û ragihand, heta niha di encama erdhejê de 7 hezar û 108 kesan jiyana xwe ji dest dane û 40 hezar û 910 kes jî birîndar bûne.

Roja Duşemê 6ê Sibatê erdhejeke mezin bi pileya 7.7 pileyê Rîxter ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê li Bakurê Kurdistanê bû, Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê hejand. Di heman rojê danê nîvro de erdhejeke din bi hêza 7.6 pileyê Rîxer navçeya Elbistan a Mereşê hejand.

Erdhejê bandor li Sûriyê û Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê jî kir û bûye sedema wêraniyeke mezin û mirina bi sedan kesan û birîndarbûna bi hezaran kesên din.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt