Erdheja Mereşê: 3419 kesan cane xwe ji dest dan

.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku hejmara qurbaniyên di erdhejê de canê xwe ji dest dane gihiştiye 3 hezar û 419 kesan û hejmara birîndaran jî bo 20 hezar û 426 kesan zêde bûye. Herwiha 7 hezar û 840 kes jî hatine rizgarkirin. Ji ber erdhejê 7 roj şîn hat ragihandin.

AFAD dibêje: “Hejmara qurbaniyên di erdhejê de canê xwe ji dest dane gihiştiye 3 hezar û 419 kesan û hejmara birîndaran jî bo 20 hezar û 426 kesan zêde bûye. 7 hezar û 840 kes jî hatine rizgarkirin.” Herwiha bi hezaran avahî jî hilweşiyane.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in

Piştî erdhejên li ser kavilan xebatên lêgerîn û rizgarkrinê dest pê kirin. Xebat li Amed, Dîlok, Riha, Semsûr, Mereş û Meletiyê berdewam dikin.

 Li van herêman ekîbên AFAD, UMKE, Tenduristiya Acil ya 112ê, polîs û cendirmeyan xebatê didomînin.

Ji bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê heta sibê ekîb bo herêma erdhejê hatin veguhestin û bi gihîştina ekîbên nû ve xebatên lêgerîn û xelaskirinê leztir bûn.

Ji aliyê din va li Meletiyê ji nivê şevê pê vr berf dibare û bi şeveqa sibê re berfê gur kir û ji bo xebata ekîban zehmetî çêdibe.

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?