ERDHEJA MEREŞÊ: 21 hezar û 43 kesan canê xwe ji dest dane

.

 Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku di erdhejê de heta niha 21 hezar û 43 kesan canê xwe ji dest dane û 80 hezar û 97 kes birîndar bûne.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê derbarê erdhejê de daxuyaniyek da.

Erdogan ragihand ku hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîştine 21 hezar û 43 kesan û 80 hezar û 97 kes birîndar bûne.

Serokkomarê Tirkiyê diyar kir ku li Amedê 255 kesan cane xwe ji dest dane û 901 kes jî birîndar bûne. Hirwiha li Amedê 7 jê bi temamî rûxiyayî nêzikî 320 avahî nayên bikaranîn.

Erdogan destnîşan kir ku ji bo stargeha mexdurên erdhejê zanîngeh demsala biharê dibin betlane û wiha got “Me dest bi avakirina navendên stargehê kir. Em ê hemû beşên navxwe yên zanîngehan ji bo vî karî bi kar bînin. Em ê heta havînê ji zanîngehan bikin betlane. Dê perwerdehî bi rêya online bê dayin.”

Li aliyê din hat ragihadin ku li Bazarcixa ku navenda erhejê bû xebatên lêgerîn û rizgarkiriê temam bûne.

Li gorî daxuyaniya AFADê, piştî erdhejên ku navenda wan li Mereşê bûn, heta niha 1891 erdhejên biçûk pêk hatine.

Erdheja ku navenda wê Mereş a Bakurê Kurdistanê bû bandor li bajarên wek Dîlok, Riha, Amed, Edene, Semsûr, Osmaniye, Hatay, Kilîs, Meletî û Xarpêt jî kir.

Di roja çaremîn a erdhejê de li parêzgehên Riha û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî hatin. Lê li 8 parêzgehên din kar û xebat berdewam e û her diçe hêviya rizgarkirina qurbaniyan kêm dibe.

9ê Sibata 2023an tezkereya Serokkomariyê ya derbarê ragihandina Rewşa Awarte de bo 3 mehan li 10 parêzgehên ku erdhej li wan çêbûye li Parlamentoya Tirkiyê hat qebûlkirin.

Kurdistan Haberleri

Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin
Mesrefên leşkerî li seranserê cîhanê gihîştin asta herî bilind a 36 salan
Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin
Akademîsyen Azad Elî: Beşeke Durziyan Kurd in
Lêkolîn - Xizaniya herî zêde li Bakurê Kurdistanê ye