Enqere- Di sala 2022an de zêdetir ji 119 hezar penaber hatine dersînorkirin

.

 Hikûmeta Tirkiyê îsal 119 hezar û 817 penaber dersînor kirine.

Li gorî Enqereyê rêjeya dersînorkirin û vegerandina penaberan li gorî sala borî ji sedî 159 zêde bûye.

Hejmara dersînorkirinê %236 ji welatiyên efganî, %22 ji pakistanî û %167 ji etnîsîteyên din bûne.

Ajansa Koçberiyê ya Tirkiyê ragihand ku tenê di heftiya borî de 3 hezar û 928 koçberên neqanûnî ku 1381 jê efganî, 101 pakistanî û 2 hezar û 446 ji neteweyên din in, hatine girtin.

Ofîsa ku girêdayî Wezareta Karên Hundir e, li ser Twitterê da zanîn ku hefteya borî 4 hezar û 135 penaberan hewl dane derbasî Tirkiyeyê bibin lê destûr nehat dayîn.

Ji destpêka îsal heta 22ê Mijdarê Tirkiyê rê li ber derbasbûna 274 hezar û 311 penaberan girtiye.

Li navendên dersînorkirina penaberan 18 hezar û 776 penaber li benda dersînorkirinê ne.

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?