ENKSê, li ser kuştina Jîna Emînî daxuyanî da

.

Rêveberên Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS), li ser bûyera Jîna Emînî ya ku Kurdeke Rojhilatê Kurdistanê bû û ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû kuştin, daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn hat diyarkirin ku Emîndariya Giştî ya ENKSê, bûyera kuştina Jîna Emînî, bi tundî şermezar kiriye û wekî “tawaneke kirêt” pênase kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Rejîma Îranê, bi vê kirina xwe tawaneke nû li dîroka xwe ya reş a li dijî mafên mirovan zêde kiriye.”

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ENKS ji Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navneteweyî û hiqûqî dixwaze ku van tawanan şermezar bikin û ji van binpêkirinên kirêt ên li dijî mafên mirovan re sînorek deynin û bi taybetî sînorê li hember binpêkirinên mafên jinan deynin.

Keça Rojhilatî Jîna Emînî, 13ê Îlona 2022 li îstasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Tehranê ve bi hinceta daketina destmala wê ya ji ser serê wê hatibû desteserkirin û li gorî encamên dengvedana bûyerê, ji aliyê polîsên Îranê ve hatibû kuştin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle