Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo semînareke girîng lidar xist. Di semînarê de ku bi beşdariya berfireh a partiyên siyasî, siyasetmedar, çalakvan û nûnerên Kurd pêk hat, rewşa dawî ya siyasî û girîngiya avakirina şandeke yekgirtî ya Kurdî ji bo danûstandinan bi hikûmeta Sûriyê re hatin gotûbêjkirin.
Semînar di çarçoveya bernameyên ENKSê de ji aliyê Serokatiya ENKSê ve li ser pêşketinên siyasî yên dawî li Sûriyê û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê, duh 24ê Gulanê hat lidarxistin. Beşdarên semînarê kêfxweşiya xwe ji bo lidarxistina civînên bi vî rengî anîn ziman û tekezî li ser giringiya yekrêziya Kurdî kirin.
Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl di axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir, armanca sereke ya semînarê gotûbêjkirina pirsigrêkên Kurdî û amadekarî ji bo avakirina şandeke Kurdî bû. Îsmaîl got: "Pêşhatên dawî yên siyasî li Sûriyê û rola Kurdan tê de, rewşa Kurdî û yekrêziya Kurdî mijarên me yên serekî bûn. Semînareke xweş bû, xelkekî baş beşdar bû û nuxbeyeke baş amade bû. Armanca me ew e ku em karibin qelsiyên nav partiyên siyasî yên Kurdî de helînin û yekîtiya civakî nav Kurdan de baş bikin. Heta radeyekê baş ev armanc pêk hat."
Ji aliyê xwe ve, Seroka Hevbeş ya Partiya Guhertina Demokrat ya Kurdistanê Mizgîn Zêdan bal kişand ser girîngiya hewlên piştî konferansa ENKSê ya 26ê Nîsanê û got: "Ev civîn cihê şanaziyê ye. Em li gel teşkilkirina şandeke Kurdî ne ku biçe Şamê û bi hikûmeta muqet re danûstandinan bike. Divê ev wefd berhemeke xurt a yekîtiya Kurdî be."
Zêdan herwiha behsa wê yekê kir ku avakirina şandeke bi vî rengî ji bo parastina mafên Kurdan di pêşeroja Sûriyê de pêwîstiyeke bingehîn e û destnîşan kir ku berê nîgeranî hebûn ka dê çawa şand bê pêşwazîkirin, lê niha ew şand weke berhemeke xurt tê dîtin.
Nivîskar Beşîra Derwêş jî diyar kir ku gavên bi vî rengî hêviyê didin û got: "Yekîtiya Kurdî û hevrêziya Kurdî hat çêtirkirin. Em li hêviya wê ne ku ev şanda ku dê here Şamê, bikaribe daxwazên rewa yên gelê Kurd bigihîne aliyên peywendîdar û li ser çi dê tifaqê bikin, ji raya giştî re eşkere bikin."
Di dawiya çalakiyê de, hejmarek ji siyasetmedar, çalakvan û nûnerên partiyên siyasî yên din jî nêrînên xwe anîn ziman û tekezî li ser pêwîstiya yekrêziya Kurdî û avakirina şandeke xurt kirin.
Hate destnîşankirin ku piştî konferansa ENKSê ya di 26ê Nîsana borî de, ku bi beşdariya derdora 50 partiyên siyasî yên Kurd û bi piştgiriya Serok Barzanî û aliyên navdewletî li Qamişlo hatibû lidarxistin, gelê Rojavayê Kurdistanê li hêviya ragihandina şandeke Kurdî ye ku daxwazên mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze.
K24