ENKSê li Dirbêsiyê kuştina welatiyên Kurd li Cindirêsê şermezar kir

.

Li Dirbêsiyê ENKSê di çalakiyekê de komkujiya Cindirêsê şermezar kir û alîgirên ENKSê daxwaza derxistina grûpên çekdar herêma Efrînê kirin.

ENKSê li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek ji bo şermezarkirina komkujiya şeva Newrozê ya li Cindirêsê saz kir.

Ew çalakî duh demijmêr 11:00 sibehê li nava bazara bajarê Dirbêsiyê hat lidarxistin, têde kuştina welatiyên Kurd ên Cindirêsa Efrînê di êvara Newroza îsal de hat şermezarkirin.

Alîgirên ENKSê û beşdarên di çalakiyê de herwiha daxwaza cezakirina tawanbarên komkujiya Cindirêsê û derxistina çekdaran ji nav bajar û bajarokên Efrînê kirin.

Endamê Encumena Xwecihî ya Dirbêsiyê ya ENKSê, Nîzamedîn Elîko ragihand, “Îro em wek Encumena Xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê em derketin çalakiyekê ji bo şehîdên Efrînê, şehîdên Cindirêsê. Wek em dizanin dema xelkê me di 20ê Adarê de agirê Newrozê dadidan, mixabin hêzên terorê û hêzên radîkal miletê me yê sivîl gulebaran kirin ku di encamê de 4 xort şehîd ketin.”

Serokê Encumena Xwecihî ya Dirbêsiyê ya ENKSê, Idrîs Şêx Xelef jî diyar kir, xelkê Kurd li Cindirêsê li ber mala xwe agirê Newrozê ku sembola azadî û aştiyê ye, pêxistin lê ew xelkên sivîl hatin gulebarankirin.

Idrîs Şêx Xelef got, “Divê sînorek ji wan çekdaran re bê danîn, û ji hundirê bajar û malên Kurdan derkevin.”

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin