ENKSê binpêkirinên hêzên hikûmeta Sûriyê şermezar kir

.

ENKSê di Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de, kiryar û binpêkirinên çekdarên opozisyona Sûriyê li Efrînê, Girê Spî û Serê Kaniyê şermezar kir û daxwaza dadgehkirina tawanbaran kir.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), ji bo Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir û tê de binpêkirinên hêzên hikûmeta Sûriyê di mafê xelkê sivîl de û kiryar û binpêkirinên çekdarên opozisyona Sûriyê, li Efrînê, Girê Spî û Serê Kaniyê, yên di derbarê mafên Kurdan de şermezar kir û daxwaza rawestandina wan kiryaran û cezakirina tawanbaran dike.

ENKSê herwiha di daxuyaniya xwe de eşkere dike, ku ew careke din binpêkirinên dezgehên ser bi PYDê ve jî, ji nehiştina azadiya siyasî girtinê û birina zarokan şermezar kir û daxwaza rawestandina wan karan kir.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, daxwazê ji saziyên Neteweyên Yekbûyî û yên mafên mirovan jî dike, ku fişarê li rêjîma Sûriyê bikin, da ku girtiyên siyasî serbest werin berdan.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin