ENKSê bi dirûşma “Jîna Emînî Pêşenga Me Ye” çalakî li dar xistin

.

Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê ji bo 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî li dar xistin.

ENKSê îro Çarşemê li xwecihiyên xwe yên wek Til Temir û çend bajarokên din 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir.

Çalakî di bin navê “Jîna Emînî Pêşenga Me Ye” birêve çû, di çalakiyê de behsa rola jinê di civakê de hat kirin.

Endama Xweciya Til Temir ya ENKSê Rûşan Dawûd diyar kir, wan ji bo rêzgirtineke qurbaniyên erdhejê li Rojava û Bakurê Kurdistanê di çalakiya îsal de stran û dîlan pêşkêş nekirine.

Endema Xweciya Til Temir ya ENKS Rûşan Dawûd got, “Îro her du Xwecihî yên bajarên Til Temirê û Ebû Rasên ên ENKSê bi serpereştiya ofîsa jinan Roja Jinan pîroz kirin lê îsal me bi xemgînî ev roja bibîr anî ji bo wefadarî û dilsoziya ji bo miletê me yê ku di erdhejê de canê xwe ji dest dan li Bakur û Rojavayê Kurdistanê. Gelek miletê beşdar bûn di vê rojê de ku ji komên siyasî, zarok û jinan pêk dihatin.”

Herm wiha ji aliyê Rêveberiya Xweser ve jî 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi meşan hat pîrozkirin.

Kurdistan Haberleri

Fraksiyonên Kurdistanî: Êrişên li ser Herêma Kurdistanê şiyana dewletê dixin bin gumanê
Şerê li Rojhilatê Kurdistanê gurtir dibe, Pasdar ji hinek baregehan vekişiyan
KERKÛK - Heşdî Şebî hat bombebarankirin, kuştî û birîndar hene
ROJAVA - Amerîkayê hêzên nû şandin Qesrikê
ENKS di salvegera Serhildana 12ê Adarê de: Divê doza Kurd bi diyalog û danûstandinê were çareserkirin