ENKSê bertek nîşanî helwesta Şamê ya bo Kurdên bênasname da

.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) bertek nîşanî biryara hikûmeta veguhêz a Şamê derbarê Kurdên bênasname da ku nikarin di hilbijartinên bê de deng bidin.

Berdevkê ENKSê Fêsel Yûsif ragihand, bêparkirina beşek ji Kurdan ji beşdariya hilbijartinên Encûmena Gel a Sûrî de berdewamî ye ji rêbaza dûrxistin û bêparkirina Kurdan ji mafên wan.

Fêsel Yûsif li ser rûpela xwe ya Facebookê got ku bêparkrina, Kurdên ku regeznameya Sûrî li gorî serjimêriya awarte ya sala 1962yan ji wan hate kişandin û piştî şoreşa Sûrî di serdema Rêjîma Esed a hilweşiyayî de bo wan hete vegerandin, berdewamî ye ji rêbaza dûrxistin û cudahî ye û ne li gorî daxwazên welatiyên Sûriyê ya jiyaneke azad û birûmet e.

Yûsif diyar kir ku ev rêkar Kurdan di bazineya armanckirina rêbazkirî de dihêle û wan ji mafên netewî û welatîbûnê bêpar dike.

Berdevkê ENKSê da zanîn ku rewşa qurbaniyên serjimêriya awarte bi paşguhkirinê çareser nabe, lê divê hemû mafên wan bê dayîn û werin qerebûkirin.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê