ENKS wê serdana Moskowê bike

Şandek Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) sibehê roja çarşemê 14-08- seredana Rûsyayê bike û ligel berpirsên Wezareta Derve ya Rûsayaê ra bicive.

Şandek Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) sibehê roja çarşemê 14-08- seredana Rûsyayê bike û ligel berpirsên Wezareta Derve ya Rûsayaê ra bicive.

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve yê ENKS Kamîran Haco ji ragihandiye ku  sibehê şandeke wan seredana Rûsyayê dike û roja 15ê vê mehê, li avahiya Wezareta Derve ya Rûsyayê li Moskow ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanuov bicive. 

Herwiha di civînê da wê rewşa Sûriyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê gotûbêj bikin.

Ev çend car in, li ser daxwaza Rûsyayê, şandên ENKS seredana Moskow dikin û ligel rayedarên wî welatî dicivin.

Siyaset Haberleri

Jared Kushner ji bo plana aştiyê ya Xezeyê diçe Îsraîl û Misirê
Mezlûm Ebdî bi şandeyeke hikûmeta Sûriyeyê re civiya
Îranê li ser sînorê Baneyê kolberek kuşt
Li Hewlêrê êrişa bi dronan: 3 dron hatin xistin
Li Dihokê ‘Rêberê Rastnivîsa Zimanê Kurdî’ hat ragihandin